SÛR – Xelk birîna xwe derman dike

16-06-2016
RÛDAW
Sûr
Sûr
Nîşan Sûr Amed Avakirin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bi sedan malbatên ku 6 meh berê ji navçeya Sûra Amedê koçber bûne, hêdî hêdî vedigerin malên xwe.

 

Lê tê gotin ku hikûmeta Tirkiyeyê heta niha ji bo qerebûkirina zirarên wan tu alîkarî nekiriye.

 

Ji xeynî 3 taxên qedexe, kesên ji navçeya Sûrê ya Amedê koçber bûne, dest bi vegera malên xwe kirin.

 

Rêveberê Înîsîyatifa Mexdûrên Sûrê Silêman Cevahîrlî ji Rûdawê re wiha got:

 

“Yên ku vedigerin bi derfetên xwe xaniyên xwe çêdikin. Çend heb karkerên min jî hene. Ew jî vegeriyane malên xwe. Lê mal tûne, hatiye xirakirin. Derî, cam, tiştek nemaye. Bi pereyên xwe malên xwe boyax û paqij dikin.”

 

Lê derfetên malbatan bes têrî boyax û paqijkirina xaniyan dike. Di destê wan de pere tuneye ku, derî, pencere û alavên malê yên ku hatina şikandin çêkin.

 

Waletiyeke Sûrê ya bi navê Nezîhê Aydîn jî wiha got: “Derî, pace hemû hatine şikandin. 15 mîlyar dixwazin. Tenê ji bo yên ku hatine şikandin, ewqas dixwazin. Ger em her tiştê malê çêkin wê çaxê gelek pere divê.”

 

Hin malbat jî dibêjin ew êdî nikarin kiriya xelkê bidin. Derî, pace û alav tûnebûn jî ew ê Cejna Remezanê di malên xwe de derbas bikin.

 

Fatma Aslan wiha axivî: “Em nikarin kiriyê bidin. Em ê piştî rojiyê di cejnê de vegerin mala xwe.”

 

Wezirê Bajervaniyê ya Tirkiyê Guldemet Sarî hefteyek berê eşkera kiribû ku ewê navçeya Sûrê ji nû ve avabikin û zirarên xelkê qerebûbikin.

 

Lê ne zelale ku, ev plan heta kengê wê bi cih bibe.  


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst