Fermandarê Yûsif el-Ezme: Kiryarek bo koçberkirina ereban nehatiye kirin

16-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Hesekê (Rûdaw) - Fermandarê Lîwaya Yûsif el-Ezme Bessam Hecî Mistefa ragihand ku derketin û reva xelkê Girê Sipî ya ber Tirkiyê ve bi sedema şer û pevçûnên li deverê ye.

 

Fermandarê Lîwaya Yûsif el-Ezme Bessam Hecî Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku derketin û reva xelkê Girê Sipî ya ber bi Tirkiyê ve bi sedema şer û pevçûnên li deverê ye û herwiha red kir ku hêzên YPGê û hevalbendên wê ji ketîbeyên erebî kiryarên pakkirina regezî li herêma Girê Sipî kiribin.

 

Fermandarê Lîwaya Yûsif el-Ezme got, dibe ku hinek binpêkirin hatibin kirin lê ti siyaseta pakkirina regezî li herêma Girê Sipî li dijî ereb û turkmanan ne hatiye encamdan.

 

Li hember vê yekê, Hecî Mistefa got ku hêzên YPGê li parêzgiha Hesekê kiryarên koçberkirina sîstematîk li dijî erebên başûr red kirine û bi gotina wî ev binpêkirinên YPGê belgekirî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst