Platforma Demokratên Kurd: Roj roja avakirina dewleta serbixwe ye

16-06-2014
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Platforma Demokratên Kurd (PDK)ê, bi daxuyaniyekê helwesta pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ya kontrolkirina Kerkûk û bajarên ji Kurdistanê hatibûn veqetandin pîroz kir û bang li hemû kurdan kir ku bi yek dengî destkeftiyên Kurdistanê biparêzin.

 

Li ser navê Platforma Demokratên Kurd, derbarê pêşveçûnên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî hate belavkirin.

 

PDK’ê di daxuyaniyê de bal kişand ku bi êrişên DAIŞ’ê re Rojhilata Navîn bi awayeke siyasî dikele û hevsenga vê erdnîgariyê ji cihê xwe dileqe.

 

PDK’ê da zanîn, heta mafên hemû neteweyan bê kêmasî neyê dayîn ev pirsgirêk zû bi zû çareser nabin û ev hişyarî kir: “Rojhilata Navîn, ji ber niheqî û nakokiyên dîrokî ku bi pirsên neteweyî, sîyasî, civakî û demokrasiyê ve girêdayî ne, dikele. Sînorên îro, ji ber van nerastiyên xwe bêwate ne û ta ku li gora rastiya xwe neyêne serastkirin, ev tevlihevî, kuştin û talan dê roj bi roj zêdetir bibin.”

 

PDK’ê destnîşan kir ku êdî Herêma Federal a Kurdistanê jî bi kirinên xwe û siyaseta xwe aktoreke mezin a Rojhilata Navîn e û helwesta pêşmergeyan a kontrolkirina Kerkûk û bajarên ji Kurdistanê hatine veqetandin jî pîroz kir.

PDK’ê, di daxuyaniyê de  bibîr xist ku çêkirina xendeqên li ser sînoran niha baştir tê fêmkirin û rastiya van xendeqan bi van êrişên DAIŞ’e careke din derketiye holê.

PDK’ê di daxuyaniyê de aşkera kir ku êdî roja avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê hatiye û ji hemû perçeyên din ên Kurdistanê xwest piştgirî bidin vê hewldanê û destkeftiyên Başûr biparêzin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst