Neteweyên Yekbûyî: Divê hilbijartinên Kurdistanê bi beşdariya pêkhateyan werin kirin

16-05-2024
RÛDAW
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaertê
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaertê
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê” Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaertê eşkere kir ku divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di heyama 4 mehan de bi beşdariya pêkhateyan bên lidarxistin.

Jeanine Hennis-Plasschaertê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro li ser rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê raporek belav kir.

"Divê heta 4 mehan hilbijartin bên kirin"

Jeanine Hennis-Plasschaertê li ser rewşa Herêma Kurdistanê got:

“Hêviya me ew e ku di demeke nêzîk de dema hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bên diyarkirin.

Divê ji niha heta 4 mehan pêkhate jî beşdarî hilbijartinan bibin.

Hilbijartineke giştî, şefaf, cihê baweriyê ya herêm ji bo berfirehkkirina baweriya siyasî gelekî pêwîst e."

Plaschardtê herwiha hişyarî da

Plaschardtê herwiha hişyarî da ku eger xitimandina niha ya li Herêma Kurdistanê berdewam bike dê paşeroja herêmê ne diyar bimîne.

22ê Sibata 2024an de Dadgeha Bilind a Federal 11 kursiyên pêkhateyên (Tirkmen, Xiristiyan û Ermenî) yên Parlamentoya Kurdistanê betal kir.

Li gorî daxuyaniya Dadgeha Federalî, Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 100 kursiyan pêk tê û li ser van herêman hatiye dabeşkirin:

1- Parêzgeha Hewlêrê: 34 kursî

2- Parêzgeha Silêmaniyê: 38 kursî

3- Parêzgeha Duhokê: 25 kursî

4- Parêzgeha Helebce: 3 kursî

Gotinên Plaschardtê yên li ser Herêma Kurdistanê wiha ne:

“Li Herêma Kurdistanê, ji dema raporta min a dawî, rewşa siyasî baştir bûye.

Wekî hûn jî dizanin, piştî çendîn caran paşxistina hilbijartinên herêmê, biryar bû 10ê Hezîranê were lidarxistin.

Roja 18ê Adarê, yek ji partiyên desthilatdar ragihandibû dê beşdarî hilbijartinan nebe.

Ez dê neçim nav hûrgiliyan bê ka li ser çi qewimî lê hêjayî gotinê ye ku hilbijartinên herêmî yên berfireh, şefaf û cihê baweriyê ku bikaribe baweriya siyasî peyda bike gelekî girîng e.

Bi taybetî dema ku mijar li ser rewabûna saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê be.

Eger wekî niha berdewam bike dê paşeroja herêmê dê ne diyar bimîne.

Piştî gotûbêjên tund ên çend hefteyên borî bi mebesta dîtina rêyeke bilez û bibiryar ji vê xitimandinê, niha em hêvî dikin ku demek nêzîk ji bo hilbijartinan were destnîşankirin.

Herî dereng, ne zêdeyî ji çar mehan, tevî pêkhateyan hilbijartin bên kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst