Nasnameya gerîlayekî hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya gerîlayekî ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Hat ragihandin ku gerîlayê bi nasnavê Armanc Mervan 22yê Adarê li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya Armanc Mervan wiha ye:

Armanc Mervan: Navê wê yê fermî Ozgur Yenî ye û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.