HPGyê li ser tunelên şer daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gele (HPG) diyar kir ku 11 caran bi çekên kîmyewî êrişî tunelên şer hatiye kirin.

HPGyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku Tirkiyeyê li rojavayê Zapê 11 caran bi çekên kîmyewî êrişî tunelên şer kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Tirkiyeyê doh û îro bi balafirên şer û helîkopteran jî êrişî gelek deverên Metînayê kiriye.

Herwiha hat diyarkirin ku gerîlayan droneke bombebarkirî xistiye.