Hat Nûkirin - Li Şirnexê şer: 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Şer û Pevçûn PKK Leşkerên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Şirnexê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li herêma Besta ya Şirnexê di dema birêveçûna operasyonekê de, di navbera hêzên wan û gerîlayên PKKê de şer derketiye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyeke destpêkê de diyar kir, ku di şer de 2 leşkerên wan hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Lê wezaretê di daxuyaniyeke din de ragihandiye ku yek ji birîndaran jiyana xwe ji dest daye û bi vî awayî hejmara kuştiyên wan bo 3 kesan zêde bûne.

Hatiye ragihandin ku şerê navbera her du aliyan di demekê de çêbûye ku hêzên Tirkiyê li herêma Besta ya Şirnexê operasyonek li dijî PKKê dabûne destpêkirin.

Di operasyonên de dron û helîkopterên cengî yên ji corê Atak jî hatine bikaranîn.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha ragihandiye, di pevçûnan de 3 endamên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.

Têkildarî şer û pevçûnên li herêma Besta ya Şirnexê, PKKê hêj ti daxuyanî nedane.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst