Li Çewlîgê di bûyera trafîkê de kesek mir û yek birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Otomobîla bi plaqeya 34 RU 4211 ku B.A diajot li Caddeya Oguzhana taxa Kulturê li Remezan Atyildiz (80) û Bedrî Îşler (68) da.

Di bûyerê de Remezan Atyildiz û Bedrî Îşler birîndar bûn.

Tîmên Servîsa Bilez a 112ê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîg veguhestin, lê tevî hemû midaxeleyan Atyildiz ji mirinê nehat rizgarkirin.

Polîsan ji bo îfadeyê B.Ayê ajovan birin navenda ewlehiyê.