Hejmara leşker û cerdevanên ku li Şirnexê hatine kuştin bû 5

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan Wezareta Berevaniya Tirkiyê Şirnex Artêşa Tirkiyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di şerê ku li herêma Besta ya Şirnexê di operasyona li dijî gerîlayên PKKê de derket de leşkerekî din ê artêşa Tirkiyê û cerdevanek mirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyê de ragihand ku Çawîşê pispor ê bi navê Ozcan Îlhan miriye.

Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê da zanîn cerdevanê birîndar ê bi navê Cevher Ozgun jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro ragihandibû ku di encama şerê ku li herêma Bestayê derketibû de 3 cendirme hatine kuştin û cerdevanek jî bi giranî birîndar bûye. Herwiha wezaretê diyar kir ku 3 gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst