HSD: 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin û yek jî hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî di nava 2 rojan de li Reqayê, 2 operasyonên taybet pêk anîn û tê de çekdarekî DAIŞê hat kuştin û 4 jî hatin girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di derbarê operasyonê de daxuyaniyek belav kir.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyl de ragihand ku 13 vê mehê Yekîneyên wan ên taybet Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li bajarokê Kerama li bakurê Reqayê operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞê pêk aniye ku ew şaneya DAIŞê di navbera Hesekê û Reqayê de liv û tevger dikir û jin û zarokên DAIŞê ji kampa Holê direvand.

HSDê diyar kir ku di wê operasyonê de şer derketiye û di encamê de çekdarek hat kuştin û yek jî birîndar bûye.

Herwiha di daaxuyaniyê de HSDê da zanîn ku operasyone duyemîn di 14 Gulanê de li Reqayê hatiye kirin û tê de 3 çekdarên ku destê wan di gelek êrîşan de hebû, hatine girtin.