Nûnerê Amerîkayê bi Yekîtiya Siryanî û Rêkxistina Aşûrî re civiya

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan Nicholas Granger Siryanî Aşûrî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger li bajarê Qamişlo bi şandeke hevbeş ya Partiya Yekîtiya Siryanî û Rêkxsitina Aşûrî ya Demokrat civiya.

Di civînê de gotûbêj li ser gelek mijarên girêdayî çareseriya siyasî ya muhtemel li Sûriyê û pêşhatên dawî yên di vî warî de bûn. Teqezî li ser girîngiya diyalogê di navbera aliyên siyasî yên cuda de, beşdaran armanc kirin ku têgihiştineke berfireh pêş bixin û tevlîbûna di nava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de teşwîq bikin.

Nûnerê Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Granger kêfxweşiya xwe bi lihevkirin û pêşketina peywendiyên partiyên Siryanî û Aşûrî nîşan da û hêvî kir ku lihevkirinên mezintir di navbera aliyên siyasî yên Sûriyê de çê bibe ku proseya siyasî ber bi pêş ve bibe.

Di civînê de herweha taybetmendiya navçeya Xabûrê û gundên Aşûriyan û astengiyên li pêşya xelkê û çawaniya piştevanîkirina xelkê resen yên navçeyê ji bo lku vegerin hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst