Turkan Elçî bang li hilbijêrên bêhêvî kir

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan Turkan Elçî ‌Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Serokkomariyê CHP
A+ A-

Turkan Elçî ku ji CHPê wek parlamenter hat hilbijartin got “Tevî van hemû xerabiyan jî divê serkeftina me neyê biçûkxistin. Me li ber xwe da em heya dawiyê hatin. Ji bo cîhana ku em xewna me ye û em heq dikin, dewam bikin.”

Turkan Elçî ji lîsteya CHPê ji Herêma 3yemîn a Stenbolê di rêza 3yem de wek parlementer hat hilbijartin.

Turkan Elçî ji bo Hilbijartina Serokomariyê ya ku derbasî gera duyemîn bû, bang li hilbijêrên bêhêvî bûne kir.

Turkan Elçî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got “Min got ez piştî hilbijartinê bêhna xwe berdim, guh bidime xelkê yek du gotinan bêjim. Ji bîr kirin ku nirxên ku em ji bo wan têdikoşin dikin ne tiştên piçûk in, rewşeke bêhêvîtiyê, reşbîniyê li cem me hinekan heye. Lêbelê, cîhana dadperwer, wekhev, aştiyane, aramî ya ku em tê de xeyal dikin, ne hêsan e ku meriv bigihîje. Xuyaye me ji bîr kir ku em li welatekî dijîn ku em li ber çavê kamerayan tên kuştin di demekê de ku em li dijî mirina mirovan derdikevin. Tevî van hemû xerabiyan jî divê serkeftina me neyê biçûkxistin. Me li ber xwe da em heya dawiyê hatin. Ji bo cîhana ku em xewna me ye û em heq dikin, dewam binin. Not: Jiyana min a dijwar fêrî min kir ku divê rêwîti di nîvco neyên hiştin û em ê di dawiyê de bi ser bikevin. Dewam bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst