Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Colemêrgê ya AK Partiyê ragihandin ku wan îtirazê encamên Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn îtiraz kirine.
Li gor daxuyaniya nivîskî Serokatiya Rêxistina AK Partiyê ya Colemêrgê, li bajar û navçeyan bo encamên hilbijartinê îtiraz hat kirin.
Serokatiya Rêxistina AK Partiyê ya Colemêrgê îdia dike ku dengê bi komî hatine dayîn û herwiha li şûna kesên ku neçûne li ser sindoqan jî deng hatine bikaranîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi qasî ku tesîra wê li ser encamên hilbijartinê çêbibe li ser gelek sindoqan wekî bi komî deng hatin dayîn, li şûna hilbijêrên ku neçûne ser sindoqê deng hatine dayîn, zanyariyên hejmartina sindoqan û hejmara dengan bi şaşî li pergalê hatine barkirin û bi vî awayî şaşî hatine kirin, guh nedane rêgeza dengdayîna nepenî, dengên nederbasdar gelekî zêde derketine û bi vî rengî gelek nerelîtî hatine kirin. Ji ber van nerelîtiyan bo encamên hilbijartinê îtiraz hatin kirin û ev îtiraz dê dewam bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse