Efrîn û Şehba ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin

16-05-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Şehba Artêşa Tirkiyê Grûpên Çekdar Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundên Efrîn û Şehbayê yên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, hêzên Tirkiyê gundên Tinibê ser bi navçeya Şera û Soxankê ser bi navçeya Şêrewe li Efrînê bi dijwarî topbaran kirin û di encam de zerareke zêde gehişte malên xelkê û berhemên çandiniyê jî têk çûn.

15ê Gulanê jî, hêzên Tirkiyê gundê Til Qerah ku koçberên Efrînê lê dimînin li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê topbaran kiribûn, di encam de zerareke zêde gehiştibû zeviyên genim ên navçeyê.

Grûpên çekdar û Tirkiyê gundên Şehbayê topbaran dikin

Li aliyê din hat ragihandin ku hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê gundên navçeya Şehbaya bakurê Helebê topbaran dikin.

Li gor çavkaniyên xwecehî, îro 16ê Gulana 2022ê, hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê gundên Simoqa,Um-al Qura, Werdiyê, Xirêbşa, Dêr Qaqir û Adar, Şeal, Um al-Abid, Medyuna û Herbel yên navçeya Şehba ya bakurê Helebê topbaran kirine.

Li gor zaniyariyên destpêkî, nêzîka 40 gulletop li wan gundan ketine, 25 golletop tenê li gundê Herbel ketine.

Di vê dema dawî de Tirkiyê êrîşê xwe bo ser navçeya Şehbayê zêde kirine û 12ê Gulana 2022ê, hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, heman gundên Simûqa û Um el-Qura li wan navçeyan topbaran kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst