Li Agiriyê ciwanekî dema masî digirtin jiyana xwe ji dest da

16-05-2021
RÛDAW
Nîşan Murat Yuksel Agirî Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Agiriyê kesek di dema nêçîra masiyan ya bi jenetorê de bi elektrîkê ket û canê xwe ji dest da.

Li nêzîk gundê Geçitalan yê girêdayî navenda parêzgeha Agiriya Bakurê Kurdistanê, 4 kes bi mebesta masî girtinê çûn çemê Muradê.

Li gor zanyariyan ciwanê bi navê Murat Yukselen ku dixwest bi jeneretorê nêçîra masiyan bike, bi elektrîkê ket.    

Li ser agahdarkirina hevalên wî tîmên tendirustiyê gihiştin cihê bûyerê û di pişkinînê de diyar bû ku Yuksel li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Termê Yukselen ji aliyê tîmên tendirustuyê ve bo Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînan ya Agiriyê hat veguhastin.

Murat Yukselen zewicîbû û bavê 2 zarokan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst