Li Amedê hişkesalî bandorê li hilberîna hingiv dike

Hewlêr (Rûdaw) – Mêşvanên navçeya Qulpê ya Ameda Bakurê Kurdistanê dibêjin ji ber hişkesaliyê kulîlk zû hişk dibin û ev jî dê bandoreke zêde li hilberîna hingiv bike.

Kêmbûna baran û berfê bûye sedem ku îsal kulîlk zû hişk bibin û wê yeykê jî pirsgirêka mêşvanan dijwartir kiriye.

Li navçeya Qulpê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hişkesalî, bandorê ne tenê li ajaldar û cotkaran dike, herwiha li mêşvanan jî dike.

Mêşvanên navçeyê diyar dikin ku ji ber hişkesaliyê niha ew ji mêşên xwe zêde hingiv berhem nayînin û dibêjin ji ber baran kêm bariya, şînkahî li tu cihan nemaye û ev jî dibe sedema hişkbûna kulîlkan, dema kulîlk hişk bibin ev jî dê  bandorek nerênî li ser mêş û hilberîna wan a hingiv bike.