Li Hewlêrê agir bi du tankerên sotemeniyê ket: Mirî û birîndar hene

16-05-2020
RÛDAW
Bûyerê li nêzikî benzînxaneyekê rû da
Bûyerê li nêzikî benzînxaneyekê rû da
Nîşan Hewlêr Tankerên Sotemeniyê Benzînxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê agir bi du tankerên sotemeniyê ket û di encamê de kesekê canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku îro demjimêr 08.30, li ser rêya Mexmûr-Hewlêrê agir bi du tankerên suoemeniyê ketin. Di encamê de kesekê canê xwe jidest da û keskî din jî birndar bû.

Ew bûyer li ser riya Mexmûr- Hewlêrê li nêzikî benzînxanyekê çê bû û Berdevkê Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê Serkewt Tehsîn ragihand, agir bi temamî hatiye kontrolkirin, lêbelê di destpêka pêketina agir de karkerekê canê xwe ji dest da ku temenê wî 23 sal e û xelkê qezaya Berdereş e.

Derbarê zanyariyan, peyamnêrê Rûdawê Hadî Selîmî amaje bi wê kir, ew kesê ku canê xwe ji dest daye ajokarê yek ji wan tankeran bûye û kesek jî birîndar e.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî jî serdana cihê bûyerê kir û di derbarê bûyer û şewitandina dexlûdanên welatiyan jî got, deverên ku di bin desthilata wan de dê bi her awayî werin parastin.

Lê deverên ku ne di bin desthilatdariyên wan de ye DAIŞ heye û parastina wan zehmet e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst