Li Kercosê agir bi malekê ket hemû kel û pel şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kercosê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nediyar agir bi malekê ket û kel û pelên nav malê hemû şewitîn.

Li Taxa Baglarbaşi ya Kercosê agir bi malekê ket û hemû kel û pelên nav malê şewitîn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li Taxa Baglarbaşi ya Kercosê ji ber sedemeke nediyar agir bi mala Davut Bakay ket ku bavê 6 zarokan e. Piştî agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin û bi alîkariya akinciyên taxê agir hat vemirandin.

Di bûyerê de tiştek bi kesî nehat lê kel û pelên nav malê hemû şewitîn û ji kar ketin.

Heta niha nayê zanîn ka agir ji ber çi derketiye. Ya cihê kêfxweşiyê ew bû ku di bûyerê de kesekî cane xwe ji dest neda an birîndar nebû.