Li Hewlêrê di Remezanê de rojane bi tonan peqlewa tê firotin

16-05-2019
RÛDAW
Nîşan Remezan Şerbet Peqlewa Xurme Kurdistan Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li peytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi hatina meha Remezanê firotina cûreyên şîraniyî û şerbetê ji sedî 300 zêde dibe. Li ser piraniya sifreyên fitarê welatî şerbet û şîraniyê datînin.

 

Bi hatine meha Remezanê rûyê bazara Hewlêrê bi awayekî berbiçav tê guhertin. Ji ber rojiyê di serî de restorant û bi giştî cihên vexwarin û xwaringeh di nava rojê de girtî ne, lê piştî fitarê heta derengiya şevê vekirî dimînin.

 

Berhêmderê şerbetê Hemin Raşîd ji Rûdawê re diyar kir ku meha Remezanê ji bo wan meha bereketê ye û herî zêde di vê mehê de qezenca wan baş dibe û got: “Di vê mehê de em rojanê zêdeyî 20 hezar şûşeyên naylon şerbet difiroşin. Em heroj sê kamyon şerbet didin marketên li Hewlêrê. Carna em pê re nagihêjin.”

 

Hemin Raşîd destnîşan kir ku ava hinarê, pirteqal, muz, qeysî, xurma hindî, lîmon û çend cûreyên din çêdikin û wiha pê de çû: “Li gor daneyên ku me berhev kirî, li Hewlêrê heroj zêdeyî 80 hezar şerbet têne firotin. Her sala ku paştir e, zêdetir dibe. Herî zêde ava hinar û tirî tê firotin.”

 

Di Remezanê de xurme û  peqlewa nebe nabe


Li Hewlêrê di sifreyên fitarê de ligel şerbetê, xurme û peqlewa jî nebe nabe, lewma di vê mehê de piraniya kargehên şiraniyê bi şev û roj kar dikin.

 

Hilberînerê qeşeşîrê (dondurme) Rebaz Cafer jî da zanîn ku di meha remezanê de karê wan gelek zêde dibe û kargeha wan bi roj û şev deriyê xwe nagire.

 

Rebaz Cafer got: “Tevahiya kargehên hilberînerê bi roj û şev kar dikin. Li Hewlêrê bibêje hema rojane zêdeyî 60 ton peqlewa têne firotin. Heta roja 20ê ya rojiyê zêde dibe, lê piştî wê hêdî hêdî kêm dibe. Di nêzîk cejnê dîsa zêde dibin.”

 

Di meha Remezanê de firotina xurmeyan jî wek şerbet û peqlewayê zêde dibe. Li gor misilmanan sinet e rojî bi xurme bê vekirin. Gelek xêrxwaz jî xurmeyan dikirin û li mizgefta bo welatiyan belav dikin.

 

Feqîfiroşê bi nave Selam jî dibêje: “Di meha Remezanê de bi awayekî zêde xurme têne firotin. Minak par ji bilî meha Remezanê me 3-4 ton xurme firotin, lê tenê di meha Remezanê de jî 50 ton me firotin.”

 

Selman da zanîn ku li bazara piranî du cureyên xurmayan têne firotin, xurmeyên îranî û xurmeyên iraqî. Bi gotina Selman xelk zêdetir xurmeyên îranî dikirin.



RêvebirêKompaniya Botan a Xurekê Hecî Muhsîn Mihemed jî ragihand ku di meha Remezanê de qezenca wan ji sedî sed zêde dibe û got: “Firotina qeşeşîrê kêm dibe, lê ya şerbetê zêde dibe. Minak me vê mehê 200 ton şekir firot şerbetfiroşekî. Lê di mehên din de em herî zêde 10 tonan difiroşin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst