Li çiyayê Şingalê bingeheke tendirustiyê hat avakirin
Şingal (Rûdaw) - Li ser çiyayê Şingalê bingeheke tendirustî ji bo koçberên kampa Serdeştê û şeş gundên ser çiyayê Şingalê hatiye vekirin. Ew bingeha tendirustî ji aliyê Rêxistina Darî ve hatiye avakirin û rojane ji 100 heya 150 kesî serdana wê bingehê dikin û xizmetguzariyên bê beramber werdigirin.
Welatiyeke bi navê Koçer Silêman ji Rûdawê re diyar kir, piştî ku bingeha tendirustiyê hatiye vekirin, êdî ew zarok û nexweşên xwe tînin vê bingehê.
Herwiha welatiya bi navê Besê Qasim jî dibêje ku bingeha tendirustiyê bi şev û roj di xizmetê de ye û alîkariya xelkê Serdeştê dikin.
Bingeha tendirustiyê ji aliyê Rêxistina Darî ve hatiye vekirin û hemû dermanên ku didin nexweşan, bêberamber e, herwiha di plana wan de heye ku di van çend rojên bê de bingeheke din a tendirustiyê li nahiya Gir Uzêr vekin.
Rêvebera Rêxistina Darî ya li Şingalê, Şêrîn Şivan ji Rûdawê re diyar ku rojane 100 heta 150 kes têne bingeha tendirustiyê û çi pêwîst bike ji bo wan têne kirin, herwiha duh jî du ambûlans anîne û ew jî 24 saet di xizmeta gel de ne, hejmara telefona ambulansan jî dane xelkê deverê daku di rewşeke bilez de xwe bigihînin wan.
Hemû xerciyên vê bingeha tendirustiyê, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve û bi hevkariya rêxistina biyanî tê dabînkirin.