Asayişa Hewlêrê tohmetbarê teqîna Mûsilê desteser kir

Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Hewlêrê desteserkirina kesekî ragihand û eşkere dike ku destpêka vê mehê li Mûsilê teqînek encam daye.

 

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye: “Piştî rûdana teqîna terorîstî ya bi motorsîkletê li bajarê Mûsilê li ber komelgeha rewşenbîrî di roja 04-05-2019an de, ji aliyê çavkaniyên me ve li ser tohmetbarê ku ev karê terorîstî kiribû û reviyabû, zanyarî gihiştin me.”

 

Asayişa Hewlêrê dibêje: “Tîmên me li ser vê mijarê lipeyçûn û lêkolînên bi hûrgilî kirin û tohmetbarê bi navê Ehmed Mihemed Mihêdî Salih desteser kirin, di lêpirsînê de jî tawana xwe li xwe mikur hat.”

 

Di daxuyaniyê de hatiye: “Niha Ehmed Mihemed Mihêdî Salih bi madeya çar/1 a terorê girtî ye, li ser fermana dadgerê lêkolînê û li gor taybetmendiyên yasayî,  li gel dadgeha peywendîdar a li hikûmeta federalî, ji bo radestkirin û pêkanîna rêkarên yasayî hevahengî tê kirin.”

 

Di teqîna roja 04-05-2019an a li ber komelgeha rewşenbîrî ya Mûsilê de ku bi rêya motorsîkletekê hatibû encamdan, sê kes birîndar bûbûn.