Dizî, talankirin, girtin, zilm û zorî li dijî xelkê Efrînê bê sînor tên kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve her diçe li dijî Kurdan zêdetir dibin.

 

Li gorî çavkaniyên cuda yên ji herêma Efrînê ji Rûdawê re axivîne û zanyarî dane, binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve roj bi roj li dijî xelkê herêma Efrînê zêdetir dibin.

 

Grûpên çekdar bê hesab xelkê digirin, direvînin û mal û milkê wan talan dikin.

 

Li gor agahiyê berdest li nav bajarê Efrînê, Doktor Ebdo Tofan hat girtin û îşkencedan û paşê hat azadkirin û her li Efrînê, hewla revandina dermansaz Ciwan Bilal hat dayin lê ew hewlê ser neketiye.

 

Çavkaniyên ku ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re axivin derbarê rewşa herêmê de ev zanyarî dan:

 

 

-Roja duşemê, Mihemed Mislim, xwediyê xwaringeha Vîn li nav bajarê Efrînê hat revandin.

 

-Welatiyê bi navê Cangîn Betal Hebeş, ji roja 18ê adarê ve ji aliyê çekdaran ve girtiye.

 

-Cangîn Betal, ku xelkê gundê Kûra yê Raco ye, di zîndana bajarokê el-Raî de ye.

 

-Li gundê Qurnê yê ser bi Bilbilê ve, 17 zilam û jinek ji aliyê çekdaran ve ji hefteyekê ve girtî ne.

 

-Rewşa  malbatên girtiyan ji ber kêmbûna keresteyên xwarinê pir xirab bûye.

 

-Li gundê Çeqmaqê mezin, grûpeke çekdar avête ser mala welatiyê bi navê Hisên Mistefa.

 

-Çekdaran gef li welatiyê navborî xwarine û gulle li mala wî barandine.

 

-Li gundê Kurzêlê, roja 15ê gulanê, çekdarên ser bi Tirkiyê ve tevahiya zilamên gund girtibûn.

 

-Bi sedema teqîna mînekê li nêzîk gundê Kurzêlê, lêkolîn bi zilamên gund re hatibû kirin.

 

-Roja 11ê gulanê, çekdarên Feyleq el-Şam avêtin ser gundê Şîtka û zilamên gund destgîr kirin.

 

-Di heman rojê de, çekdarên Siltan Mûrad 10 malbat ji gundê Uka bi darê zorê derxistin.

 

-Li ser rêbenda gundê Qestelê Miqdêd, çekdar 5000 lîreyên sûrî ji sivîlan distînin.

 

Li gorî çavkaniyên cuda yên ji herêma Efrînê ji Rûdawê re axivîne û zanyarî dane, grûpên çekdar bê hesab binpêkirinan li dijî xelkê herêmê dikin û heta niha dizî, talankirin, girtin, zilm û zor li dijî xelkê Efrînê bê sînor tên kirin.