Aliyên siyasî yên Rojava ji encamên Astanayê bitirs in

16-05-2018
Îvan Hesîb
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rûdawa Rojava Rojavayê Kurdistanê Astana Rûsya Tirkiye Îran ENKS
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê ji encamên û berdewamiya hevdîtinên Astana-9 bitirs in.

 

Rayedarên Rêveberiya Xweser dibêjin derbasbûna Tirkiyê li Efrînê bi hevrêzî li gel Rûsiya û Iranê bû. Encûmena Niştmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî dibêje ku hersî aliyên garantor ên hevdîtinên Astana demografya Sûriyê li gor berjewendiyên xwe digeherîne.


Emdamê Serkirdetiya ENKSê Ebdilsemed Xelef Biro da zanîn ku Rûsya, Iran û Tirkiyê li ser guhertina demoqrafiya navҫeyên Sûriyê li gor berjewendiyên xwe li hev kir ne û niha ENKSê dest bi têkliyan kir ye daku rê li pêş guhertina demoqrafiya Efrinê bigirin.


Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev ragihand ku danûstandinên Cinêv bêberin û ji bo bi dawîbûna aloziya Sûriyê divê hewldanên dîtir bên kirin û tekez kir ku hevdîtinin Astana girîng in û encamên berçav li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst