Jinên Şaredariya Dêrsîmê çandiniyê dikin

16-05-2016
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) - Keç û jinên ku di Şaredariya Dêrsimê de kar dikin, li Taxa Tirûşmekê bi hev re zeviyekî kolektîf çandine. Eger ew projeya wan jinan biserkeve, şaredarî dê ji sala bê karên hevbeş ên bi wî awayî li pêş bixîne û bike derfetek bo peydakirina kar û debara jiyanê. 


Keç û jinên ku di Şaredariya Dêrsîmê de karmend in, li Taxa Tirûşmekê bi hev re zeviyeke kolektîf çandine. Ev zeviya ku ji 15 donim erdê pêk tê, xêrxwazek bêyî ku kirê werbigre ji bo çandiniyê daye jinan.


Ger ev pirojeya serî bigire, şaredarî di salên bê de çandiya hevbeş û şirîg dike deriyê debar û dahatê.


Hevseroka Şaredariya Dêrsîmê Nurhayat Altun ji Rûdawê re wiha got: "Bi vê pirojeyê armanca me ya bingehîn ew e ku jin dîsan tevlî çandinî û berhemhêneriyê bibin. Nabe ku em tenê serf bikin, pêwîst e em di nava hilberînê de bin jî. Piraniya van jinan karmendên şaredariyê ne, lê ji derve jî kî bixwaze dikare were tevlî vê çandiniya şirîk û kolektîf bibe."


Tovên ku di vê zeviyê de hatine çandin, hemû xwemalî ne. Jinan ji îsot û firingiyan bigire heta zebeş û gindoran gellek tişt çandine.


Jin di heftê de sê rojan, dor bi dor tên li zeviyê dixebitin.


Karmenda Şaredariya Dêrsîmê Yildirim jî wiha got: "Îsot, balîcan, petat, çiqas şînkahî û zebze hene me çandine. Her hefte du-sê rojan em tên li vir dixebitin."


Li gora jinan ger peywendiya jinan û axê dîsa bê avakirin, hingê bawerî û ziman û çanda Dêrsîmê jî dîsa geş û zindî dibin.


Bi rastî jî li Bakurê Kurdistanê li deverên ku xelk j i rêncberî û çandiniyê dûr ketine, li wir zerer û ziyaneke mezin li ziman û çanda Kurdî ketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst