Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xelat da Zarok TVyê

16-05-2016
RÛDAW
Nîşan Zarok TV Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zimanê Kurdî Xelat
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber xebatên di ber zimnanê Kurdî de, Zarok TV xelat kir.

 

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal, ji bo xizmetên di ber zimanê Kurdî da Zarok TV hêjayî xelata ziman a Feqî Huseyn Sagniç dît. Ji bo dayina xelatê li Stenbolê merasimek hat li dar xistin. Gelek rêvebirê saziyan û kesên din tevlî vê merasimê bûn.

 

Berpirsê Zarok TV Ro Ogûz xelat ji destê nivîskar û lêkolînêr Faîk Bulut wergirt.

 

Faîk Bulut ji bo sedema xelat dayinê got "Zimanê Kurdî bi bombeyan û topan nayê kuştin. Em gerek li zimane xwe xwedî derkevin. Ziman tine be berbang jî tine ye."

 

Berpirsê Zarok TVyê Ro Ogûz jî spasiyen xwe ji bo xelatê pêşkêş kir û got, " Em bi vê xelatê pir kêfxweş û serbilind in. Em viya wek mîrateya Ehmedê Xanî dibînin."

 

Zarok TV par di meha Adarê de ava bû û dest bi weşana xwe bi zimanê Kurdî bo zarokan kir. Ev kanal li Tirkiyê ji bo zarokan weşana Kurdî dike. Di kanalê de zaravayên Kurmancî û Zazakî tên bikaranin.

 

Navenda kanala Zarok TV li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye.

 

Enstîtuya Kurdî ji sala 2005an vir ve her sal li ser navê zimanzan Feqî Huseyn Sagniç xelatê dide.

 

Heta niha Zana Farqînî, Malmîsanij, Abdullah Demîrbaş û Ahmet Turk vê xelatê wegirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst