Ajansa Parastinê: PYDê endamekî xwe di teqîna Tirbespiyê de kuşt
Hewlêr (Rûdaw)- Gumana li ser teqîna roja 9ê gulanê ya ku li nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê li bajarokê Tirbespiyê pêk hat û hat gotin ku tê de endamekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jiyana xwe ji dest daye, heta niha zelal nebûye.
Mala ku teqîn tê de çêbûye, bi kirê di destê hemwelatiyekî Kurd bi navê Beşîr Mecîd Mûsa de ye û ew niha li cem asayişê girtiye.
Di teqînê de hemwelatiyekî Kurd bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe ji dest da ku li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê ew endamê PYDê ye û yek ji endamên komîteya parastina şûnwaran a ser bi Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê li Tirbesiyê ve bû.
Piştî teqînê bi çend rojan , rêveberiya kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, got ku “Beşîr Mecîd Mûsa di lêkolînan de li xwe mukir hatiye ku wî û Remezan xwe amade dikirin ji bo ku teqînan li Tirbespiyê çêbikin”. Rêveberiyê herwiha her yek ji PDK-Sê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Asansa Parastinê bi wê yekê tometbar kir ku “ew pilanê dikin ji bo ku teqînan li Tirbespiyê çêbikin û rewşa herêmê têk bidin”.
Li hember vê yekê, polîtbîroya PDK-Sê daxuyanî da û got ku “endamên wê Beşîr di bin îşkenceyê de û bi zorê îtîraf jê hatine standin”.
Derbarê teqîna Tirbespiyê de, duh Aajansa Parastina ya Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derxist û tê de ew tomet red kirin û ragihand ku “teqîna li Tirbespiyê sînaryoyeke qelis a PYDê bi xwe bû”.
Ajansa Parastinê got ku ”Remezan Mihemed Hesen ê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest daye, endamê asayişa PYDê bû û pirsgirêka wî ligel PYDê hebû û xelkê deverê vê yekê baş dizanin”.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Di wê sînyaryoyê de him Remezan hatiye jinavbirin û tesfiyekirin û him jî hêncetek çêbû ji bo girtina Beşîr Mûsa”. Herwiha selametiya Beşîr ê ku heta niha girtiye “xiste stûyê PYDê”.