Amed (Rûdaw) – Parlamenterê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik, diyar kir gerîlayên PKK’ê bi bêdengkirina çekan û vekişîna derveyî sînoran berpirsyariya xwe bi cih aniye û divê niha hikûmet gavên berbiçav bavêje. Parlamenterê AK Partiyê yê Semsûrê Salîh Firat jî got divê qanûnên li Tirkiyeyê li gorî pîvanên Yekitiya Ewropayê ji nû ve bêne sererastkirin.
Pêvajoya aştî û çasereseriyê ku di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hikûmeta Tirkiyeyê de hate destpêkirin, bi vekişîna gerîlayên PKK’ê ya li derveyî sînoran berdewam dike. Komên ewil ên gerîla gihiştin Qendîlê û tê çaverêkirin gerîlayên mayî jî heta dawiya havînê vekişin. Baş e piştî vekişîna gerîlayan dê li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd çawa bê çareserkirin? Parlamenterên BDP û AK Partiyê nêrînên xwe yên derbarê gavên divê bêne avêtin de bi Rûdawê re parve kirin.
Parlamenterê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik diyar kir gerîlayên PKK’ê hem bi bêdengkirina çekan û hem jî bi vekişîna li derveyî sînoran hemû berpirsyariya xwe bi cih aniye û niha dora gavavêtinê ya hikûmeta Tirkiyeyê ye. Sakik, xwest qanûnên ne demokratîk bêne sererastkirin û bi zimanê kurdî perwerdehî bê dayîn. Sakik, destnîşan kir şerê ku heta niha hatiye meşandin ji bo azadkirina zimanê kurdî ye û wiha axivî: “Eger îro çek û sîleh paşve çûbûn û eger dema çek û sîlehan qediyabe, gerek pêşiya siyasetê vebe. Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re divê rabe, 10 hezar siyasetmedarên di hundir (girtîgeh) de divê azad bibin, qanûna partiyên siyasî û hilbijartinê divê bêne rakirin. Divê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 rabe. Îro çar partî di parlamentoyê de ne û hemû ji xezîneyê pere distînin lê partiya me BDP nastîne. Divê em jî bistînin. Ji vê re em dibêjin paqijkirina rê. Pêwîst e ev hemû sererastkirin bêne kirin.”
‘Bila parlamento vê havînê nekeve tetîlê’
Sirri Sakik, bal kişand dê Parlamentoya Tirkiyeyê di hezîranê de bikeve tetîlê û ji bo pirsgirêka kurd zûtir çareser bibe û gavên lezgîn bêne avêtin xwest parlamento nekeve tetîlê. Sakik, wiha berdewam kir: “Em dixwazin parlamento bi awayeke lezîn gelek tiştan biguherîne. Vê havînê pêwîst e parlamento nekeve tetîlê, wan kêmasiyên xwe bi cih bîne û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî gavan bavêje.”
‘Bila qanûn li gorî pîvanên Yekitiya Ewropayê bêne sererastkirin’
Parlamenterê Semsûrê yê AK Partiyê Mehmet Salîh Firat jî da zanîn niha pêvajo bi awayeke bi îstîkrar berdewam dike û xwest qanûnên ne demokratîk li gorî pîvan û standardên Yekitiya Ewropayê (YE) ji nû ve bêne sererastkirin. Firat, destnîşan kir bi pakêta çaremîn a darazê di Qanûna Têkoşîna li Hemberî Terorê û azadiya ramanê de hin guherîn çêbûne û wiha got: “Ger ev sererastkirinên qanûnî pêk bên dê pêvajo saxlemtir bimeşe. Pêwîst e di nava demê de astengiyên li pêşiya demokratîkbûnê bêne rakirin. Helbet ev hemû astengî dê di dema guherînên makeqanûna nû de bêne rojevê. Qanûna partiyên siyasî, qanûna hilbijartinê û benda hilbijartinê dê weke rojev bê pêşiya me. Li gorî baweriya min dê benda hilbijartinê bê kêmkirin. Wextê dema wan bê ev guherîn dê çêbibin.”
Salîh Firat li ser pirsa “Gelo ji bo perwerdehiya bi kurdî û pêkanîna jiyana sivîl a gerîlayên dev ji çekan berdane dê çawa pêk bê?” ev bersiv da: “Bi pêşveçûna vê pêvajoyê re, rojeva demokratîkbûnê dê muheqeq bê nîqaşkirin û daxwazên maqûl dê weke qanûn derkevin pêş. Ev maf dê bi awayeke maqûl bêne sererastkirin. Divê parlamento û partiyên siyasî bi hev re rûnên û bi hev re biryar bigrin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse