Li Amedê qeza: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn

16-04-2025
Nîşan Amed Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rêzan a Amedê otomobîlek ji rê derket û wergeriya, di vê qezayê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla bi plakaya 06 DBB 279 a ku navê ajokarê wê hîn diyar nebûye li Kolana Merwanî ji rê derket û bi şarampolê de qulibî.

Li ser xeberdayînê tîmên tenduristiya bilez û polîsan xwe gihand cihê qezayê.

Hat dîtin ku 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûne.

Birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li bajêr lê ji yek ji wan nehat rizgarkirin û ew mir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst