Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, piştî salên dirêj Cejna Çarşema Sor tê pîrozkirin.

Her çiqasî piraniya wan koçî Ewropayê jî kiriye, li gundên Wêranşarê gelek Kurdên Êzidî hene.

Êzidiyên ku koçî Ewropayê kiriye di salên dawî de vedigerin Wêranşarê û gundên xwe ava dikin.

Êzidiyên Bakurê Kurdistanê îsal bi piştgiriya Yekitiya Masekayê cara yekem li gundê Bircê yê Wêranşarê Cejna Çarşema Sor pîroz dikin.

Bername sibe (17ê Nîsanê) demjimêr 10:00an dest pê dike û ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê û Ewropayê welatiyên Êzidî beşdar dibin.

Şêniyê ji gundê Bircê û organîzatorê bernameyê Yaşar Burç bi rêya Rûdawê Êzidî vexwendin pîrozkirina Cejna Çarşema Sor.