Li bilindahiyên Mehabadê cenazeyê kesekî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bilindahiyên bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, cenazeyê kesekî hat dîtin.

Rêveberê Komeleya Heyva Sor a Mehabadê Silêman Ferazmêhir ragihand ku cenazeyê kalemêrekî 70 salî li bilindahiyên bajar hatiye dîtin.

Silêman Ferazmêhir diyar kir ku tîmên pêwendîdar cenaze ji çiya aniye xwarê.

Silêman Ferazmêhir da zanîn ew kes ji bo komkirina giyayên biharê çûbû bilindahiyên Îbrahîm Celaliyê yên bajarê Mehabadê.

Bi gotina Ferazmêhir tîmên wan piştî 4 seatan kariye xwe bigihînin cihê cenaze lê bû.

Ferazmêhir herwiha got ku piştî lêkolînên despêkê yên tîmên Heyva Sor diyar bû ku krîza dil li wî kalemêrî daye û jiyana xwe ji dest daye.