Mesrûr Barzanî: Em dê bi berdewamî mafên Êzidiyan biparêzin

Rûdaw (Hewlêr) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, “Cejna Serê Salê” ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Serê Salê ya Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Di peyama pîrozbahiyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got:

“Bi minasebeta Cejna Sersala Êzidiyan pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî tevahiya xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan, Îraq û cîhanê û rêzdar Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, Baba Şêx Şêx Elyas û encûmena rûhanî dikim.

Hêvî dikim bi xweşî û şadî vê cejnê derbas bikin.

Bi minasebeta hatina vê roja pîroz ya olî Êzidî vê yekê dubare dikim.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser piştîvanîkirin û parastina maf û taybetmendiyên Êzidiyan û tevahiya pêkhateyên din yên li Kurdistanê de berdewam be.

Sersala we pîroz be û hêvî dikim her di xêr û xweşiyê de bin.”

Her sal li perestgeha Lalişê Cejna Serê Salê tê pîrozkirin û bi hezaran Kurdên Êzidî beşdarî pîrozbahiyê dibin û çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin.