Nêçîrvan Barzanî Cejna Serê Salê li Êzidiyan pîroz kir

16-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Kurdên Êzidî Cejna Serê Salê
A+ A-

Rûdaw (Hewlêr) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, “Cejna Serê Salê” ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hatina “Cejna Serê Salê ya Êzidiyan” peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama pîrozbahiyê de got:

“Ez bi germî Cejna Serê Salê li hemû xwişk û birayên me yên Êzidî yên Kurdistanê, Îraq û cihanê pîroz dikim.

Ji we hemûyan re cejneke aram û saleke tijî bextewarî û serkeftinê dixwazim.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku dê hewlên wan ên rizgarkirina Kurdên Êzidî jî berdewam bikin.

Her sal li Lalişê Cejna Serê Salê tê pîrozkirin û bi hezaran Kurdên Êzidî beşdarî pîrozbahiyê dibin û çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir