HEWLÊR - 3 kes ji ber tohmeta şewata Lengeyê hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Asayîşê ya Hewlêrê 3 kes ji ber tohmeta şewata Bazara Lengeyê desteser kir.
Li gor zanyariyên Rûdawê ji Rêveberiya Asayîşê ya Hewlêrê standiye, piştî lêkolînên asayîşê li ser çawaniya derketina agirê Bazara Lengeyê 3 hatin desteserkirin.
Herwiha dê hêzên ewlehiyê lêkolînê li ser tohmetbaran bike û îfadeya wan bistîne.
Roja 8ê Nîsanê agir bi Bazara Lengeyê ket û 48 dukan şewitîn.
Herwiha 27ê Sibatê jî agir bi Bazarê Lengeyê ketibû û ji ber wê şewatê jî 166 dikan şewitîbûn.
Tîmên Parastina Sivîlan û xwediyên dikanan jî di nav de herî kêm 90 kes jî birîndar bûn.
Li ser derketina agirê 27ê Sibatê jî 2 kes hatibûn desteserkirin.
Bazara Lengeyê li ser cadeya 100 metreyî ya Hewlêrê ye û sala 2018an jî agir bi bazarê ketibû û bi dehan dikan şewitîbûn.