Li Wanê rêyên hatine girtin tên vekirin

16-04-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Vekirina Rêyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve tîmên girêdayî şaredariya bajêr ji bo vekirina rêyên girtî dest bi kar û xebatê kirine ku 5 metre berf heye.

Li navçeya Elbakê îro Yekşemê 16ê Nîsana 2023an li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê tîmên girêdayî Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê ji bo rêyên girtî yên gund û gundikan bi makîneyên kar xebatê dikin.

Cihê ku rê hatine girtin nêzîkî 5 metre berf ketiye û bilindahiya wê 3 hezar metre ye ku 60 kîlometre dûrî navçeyê ye.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Rêyên Bejayî ya parêzgehê armanca wan di nav demeke kurt de hemû rêyên girtî vekin.

Doh li navçeya Miksê ya heman parêzgehê jî kar û xebata vekirina rêyên girtî hatibû destpêkirin û berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst