Nêçîrvan Barzanî: Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetî navendên şoreşa Kurdistanê bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 36emîn salvegera kîmyabarana li ser Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetî peyamek belav kir û got “Ev herêm her tim bûne navenda têkoşîn û berxwedanê li hemberî zilma rejîmê, bûn cihê sitargeh û piştevanê Pêşmerge û şoreşa Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê di peyama xwe de got “Em 36 saliya tawaneke din ya ku ji aliyê rêjîma berê ya Iraqê ve hat kirin bi bîr tînin ku destpêka tawanên hovane yên êrîşên kîmyewî li ser sivîlên Kurdistanê bû. ew jî tawana kîmyabarankirina li ser gel, erd û xwezaya bedew a Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetî ye.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje “Ew şehîdên nemir ên vê tawanê bi rêz û hurmeteke herî mezin bi bîr tînin.” Barzanî got jî “Em silav û rêzên xwe ji qurbaniyên vê karesatê re dişînin ku rejîmê rê neda ku ew bên dermankirin û ew û malbatên wan neçar bûn ku êşên mezin bikişînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nerçîvan Barzanî bal kişand ser ruhê berxwedanê yê li Balîsan, Şêx Wasenan û Geliyê Xoşnawetî û got “Ev herêm her tim bûne navenda têkoşîn û berxwedanê li hemberî zilma rejîmê, bûn cihê sitargeh û piştevanê Pêşmerge û şoreşa Kurdistanê”, ji ber vê yekê bû sedem ku êrîşa rejîmê ya sala 1987 'an û êrîşa kîmyewî bê kirin.”

Barzanî di dawiya peyama xwe de got “Bi vê minasebetê em tekezî li ser giringiya zêdetir û xizmetkirina baştir ji herêmê û xelkê niştimanperwer di hemû waran de dikin. Silav li ser giyanê şehîdan be û bîranîna wan her dem pîroz be.”