Cenazeyên 2 kolberan piştî 10 rojan di bendavê de hatin dîtin

16-04-2023
RÛDAW
Cenazeyên 2 kolberan piştî 10 rojan di bendavê de hatin dîtin
Cenazeyên 2 kolberan piştî 10 rojan di bendavê de hatin dîtin
Nîşan Kolber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 2 kolberên ku 10 rojin winda bûn, di bendava Ebasava ya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê de hatin dîtin.

Li bendava Ebasava ya bajarê Bane piştî lêgerîna 10 rojan duh cenazeyên Efşîn Felahî yê 22 salî û Mehdî Rehmedî 23 salî hatin dîtin.

Ciwanên ku ji bajarê Seqizê ne bi kolberiyê debara malbata xwe dikirin.

Ji 6ê Nîsanê ve ti agahî ji Efşîn Felahî û Mehdî Rehmedî nedihatin wergirtin

Di encama lêgerînên tîmên agirkuj û rizgarkirinê yên bajarên Seqiz, Bane, Bokan û Merîwan ên Rojhilatê Kurdistanê de, termê herdu ciwanan li bendava Ebasava hatin dîtin.

Li herêmê ji ber barana zêde û şert û mercên hewayê yên xerab xebatên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Cenazeyên ciwanên ku hatin dîtin, rakirin morga nexweşxaneya Bane, piştî karên fermî dê li bajarê wan Seqizê bên binaxkirin.

Rêxistinên sivîl bang li gelê Bane û Seqizê kirin ku beşdarî merasîma cenazeyê ciwanan bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst