Reqa: Grûpeke nenas keçeke 13 salî revand

16-04-2023
RÛDAW
Nîşan Reqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê el-Ikêrşî li rojhilatê Reqayê ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, grûpeke nenas keçek 13 salî revand.

Li gor Rwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja 15ê Nîsanê li gundê el-Ikêrşî li rojhilatê Reqayê ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, grûpeke nenas bi rêya vaneke sipî bê nemre keçek 13 salî revandin.

Li gor şahidhalan, di nav otomobîla sipî de 2 jin hebûn karê parsekiyê de dikirin, dema li nav gundê el-Ikêrşî daxwaza şekirê çayê ji keça Elî el-Remî kirin, piştî anîna şekir ji aliyê keça 13 salî ve herdû jinan ew revandin û heta niha asayîşa Rêveberiya Xweser li wan digere.

10ê Mijdara 2022an jî, li bajarê Reqayê zarokeke şîrxur li nav nexweşxaneya jidayikbûnê ji aliyê jinekê ve hatibû revandin, piştî 4 rojan asayîşê ew zarok vegerandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst