Endazyara jin li Rêveberiya Petrol û Madenan a Helebceyê hat erkdarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bo cara yekê Rêveberiya Petrol û Madenan li Helebceyê hate vekirin û endazyareke jin wek rêvebirê wê rêveberiya nû hat erkdarkirin.

Îro Yekşemê 16ê Nîsana 2023an, Rêveberiya Petrol û Madenan a Helebceyê ya girêdayî Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê hate vekirin. Endezyareke jin a bi navê Jiyar Ekrem wek rêvebirê Rêveberiya Petrol û Madenan a Helebceyê hatiye erkdarkirin.

Endazyar Jiyar Ekrem ji Rûdawê re ragihand, ku wê berê di beşa projeyan a Şaredariya Helebceyê de kar kiriye û dema ku ev post ji wê re hat pêşniyarkirin ku qada pisporiya wê ye, wê qebûl kiriye û îro jî biryara destbikarbûna wê bi fermî hatiye dayîn.

Jiyar Ekrem diyar kir, Rêveberiya Petrol û Madenan a Helebceyê rêveberiyeke nû ye û ew dê bi rêya erka xwe ya di wê rêvebiriyê de hewl bide alîkariya deverê bike.

Rêvebira Petrol û Madenan a Helebceyê herwiha dibêje: “Li sînorê Helebceyê pirsgirêka dabînkirina neftê heye û heta niha beşek ji hemwelatiyan nefta xwe ya du salên bihorî wernegirtine, lewra wê rêveberiyê giringiya xwe heye.”