Mesrûr Barzanî li ser rewşa ewlehiyê ya Silêmaniyê nîgeraniya xwe anî ziman

16-04-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser rewşa ewlahiyê ya Silêmaniyê bi parêzgar Heval Ebûbekir re axivî û “Nîgeraniya xwe li hember rewşa nebaş a ewlehiyê ya parêzgehê anî ziman.”

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Şemiyê peywendiyeke telefonî bi Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir re danî û li ser rewşa Silêmaniyê û parastina ewlehî û aramiya wê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokwezîr nîgeraniya xwe ji “Rewşa ewlehiyê ya nebaş a li parêzgeha Silêmaniyê anî ziman û piştgiriya hikûmetê ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya zêdetir ji parêzgar re nîşan da.”

Her wiha Parêzgariya Silêmaniyê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peywendiyeke telefonî de ji Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir bombebarana li ser Pêncwênê pirsî ku Wiryawa, Kaniya Baba Elî û Salyawa bibûne armanc, piştgiriya xwe ji bo parêzgeha Silêmanî û qaymeqamiyeta Pêncwênê û xelkê deverê nîşan da.”

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr di wê peywendiyê de “Hêvî kir ku ev bûyer bi dawî bibin û ti ziyanên canî çênebin.”

Li gorî lêkolînên destpêkê, di encama bombebaranên şeva borî yên Pêncwênê de heta niha 2 kesan canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst