Serkirdeyê Partiya DEVAyê Ulsen: Desthilata ku Pirsa Kurd çareser neke serkeftî nabe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaxê Amedê yê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA)  Cîhan Ulsen derbarê pirsa çareserkirina pirsa Kurd de got: “Ti hikûmeteke ku pirsgirêka Kurd di çarçoveya maf û azadiyan de li Tirkiyeyê çareser neke, nikare li Tirkiyê ti pirsgirêkekî bi temamî çareser bike.”

Liv û tevgera aliyên siyasî li Amedê ji ber hilnijartinên 14ê Gulanê yên parlamentoyê û serokomariyê zêde bûne, îro berbijêrên Hevpeymaniya Milet serdana navçeya Sûra Amedê kirin.

Serokê Şaxê Amedê yê Partiya DEVAyê Cîhan Ulsen  beşdarî bultena Rûdawê bû û xebatên hilbijartinê yên Hevbendiya Milet li bajêr û armancên hevpeymaniyê nirxand.

“Ev desthilatdar namîne”

Cîhan Ulsen diyar kir ku xebatên hilbijartinê hatine destpêkirin û got: “Hêviya herî mezin a gel ew e ku hikûmeta heyî di zûtirîn dem de nemîne. Di vî warî de li ba gel heyecaneke cidî û mezin heye. Em weke partiyên pêkhateya Hevpeymaniya Milet, daxwazên gel li ber çavan digirin û bi hewldaneke cidî dixwazin rengê siyasetê diyar bikin. Li Amedê heyecaneke cidî heye, ji ber ku bawerê çêbûye ku desthilatdariya heyî dê bi her awayî here.”

Ulsen da zanîn ku ew li benda hatina roja hilbijartinê ne û got: “Em tenê li benda roja 14ê Gulanê ne. Dema ku ew roj hat, em dikarin bibêjin ku hikûmeta AK Partiyê ya ku bi kiryarên xwe yên antîdemokratîk, bi kiryarên xwe yên derqanûnî derdikeve pêş dê nemîne.”

“Desthilata ku pirsgirêka Kurd çareser neke nikare ti pirsgirêkekî çareser bike”

Ulsen amaje bi wê yekê kir ku piştî nemana desthilatdariya niha dê qonaxeke nû destpê bike û got: “Piştî wê, qonaxa duyemîn û dijwartir tê çaverê kirin. Pergala demokratîk a hatî hilweşandin, hiqûq, maf û azadî divê ji nû ve bên tespîtkirin. Em di wê baweriyê de ne ku li Tirkiyê bêyî ku van hemûyan nas bikin pirsgirêk çareser nabin. Bi gotineke din, ti hikûmetek ku pirsgirêka Kurd di çarçoveya maf û azadiyan de li Tirkiyê çareser neke, nikare li Tirkiyeyê ti pirsgirêkekî bi temamî çareser bike.”

Bi gotina Ulsen li Tirkiyê li pişt gelek mijaran krîzeke aborî ya giran heye û ew derbarê vê yekê de dibêje: “Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku di bingeha vê krîza aborî de jî pirsgirêka Kurd a di çarçoveya maf û azadiyê de heye. Ji ber vê yekê dema ev desthilatdar çû, karê ewil yê vê hevpeymaniyê dê diyarkirina maf û azadiyan, pêkanîna qanûnê û çêkirina garantiyên destûrî yên qanûnî be ku hem hêviyên şexî û hem jî yên civakî yên gel pêk bîne. Û divê e gotinên ku civakê ji hev perçe dikin, biçûkxistin û polarîze dikin li aliyekê bihêlin û gotinên yekbûyî yên hevpar derxînin pêş.”

Derbarê nebûna HDPê di nav Hevpeymaniya Milet de jî Ulsen wiha got: “Em dikarin behsa rezervên ku ji aliyê IYI Partî ve hatine danîn, bikin. Lê em vê ji bîr nekin; Tirkiye ev 10 sal in di nav atmosferekî pir dubendî û polarîzekirî de ye. Berî her tiştî divê em vê atmosferê ji hev belav bikin. Ji bo ku em vê yekê ji holê rakin, divê em qada siyasî ya teng li pêşiya hevdîtina partiyan, axaftin û hev fêmkirinê vekin. Ez di wê baweriyê de me ku bêyî pêkanîna vê yekê ti pêşketinek dê çênebe. Weke DEVA em her cure têkiliyan bi HDPê re li pêşberî çapemeniyê bi awayekî vekirî pêş dixin. Di vî warî de pirsên Partiya Saadetê jî CHPê jî nînin. Divê hizireke siyasî ya ku van hêmanên demokratîk ên ji hev veqetandî bîne cem hev were pêkanîn. Ez dikarim bibêjim ku ev aqil hem li ba Hevpeymaniya Milet û hem jî li Partiya DEVAyê heye.”

“Pirsa Kurd pirseke hevpar e”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ulsen anî ziman ku “Pirsgirêka Kurd pirseke hevpar a hemû aliyên siyasî yên Tirkiyê ye” û got: “Pirsgirêkên van gelan, civakan û yên xwedî baweriyên cuda, barê hemû aliyên siyasî ye. Eger ev partiyên siyasî van pirsgirêkan çareser nekin dê têk biçin. Ji ber vê yekê ez dibêjim li Tirkiyê maf, hiqûq, azadî, edalet, divê ev hemû bên diyarkirin û bi lezgîn mafên şexsî û kolektîv bên vegerandin.”

Li ser pirsa “Hûn bi xwe yek ji parêzerên aktîv bûn ku kesên komkujya Roboskî pêk anîne bêne darizandin. Kiliçdaroglu  weke berbijêrê serokkomariyê behsa hev helalkirinê û komkujiya Roboskî dike, ser mijarên wiha çi di bernameya we de hene?” Ulsen got: “Bi min divê ji ber komkujiyên mîna Roboskî helalxwestineke cidî hebe. Ez ne ew kes im ku gotinên ku min dema di nav rêxistinên sivîl de dixebitî kirine îro biguherînim. Ez bi xwe daxwaz ji her endamekî Hevpeymaniya Milete dikim. Ez dê di vê daxwazê de rijd bim. Di destpêkê de ew dikare wekî peyvek pir baş were fêm kirin. Lê heke hûn ji komkujiyên berê hesab nepirsin, kiryaran eşkere nekin, lêborîna xwe ji mexdûran nexwazin ti wateya xwe namîne.”

“Helûn Firat siyasetmedareke pir hêja ye”

Cîgira Serokê Giştî yê Partiya DEVA Helûn Firat roja Înê 14ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyamekê îstîfaya xwe ragihandibû.

Têkildarî îstifaya Helûn Firat de jî Ulsen got: “Hevala me Helûn rêheval û cîgir serokeke pir hêja bû. Îstifakirina wê ez gelekî xemgîn kirim. Xwezî me firsend hebûya ku em bi hev re bimeşin. Der barê îstîfaya xwe de daxuyaniyeke zelal neda. Wê got ku ew li ser hewcedariya ku wî dîtiye dest ji kar berdide. Sedemên îstifaya wê nizanim. Lê ez vê dizanim; Helûn Firat yek ji wan aktorên bû li Tirkiyê nirx û wate li siyaset û civakê zêde dikir. Ez hêvî dikim ku ew vê biryarê paşde bikişîne û vegere siyasetê. Ji ber ku ew bi xwe siyasetmedareke pir hêja ye.”