Rêveberiya Xweser 20 girtiyên 'terorê' li Hesekê serbest berdan

16-04-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser Heseke Qamişlo Girtî DAIŞ Teror
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser 20 girtiyên ku bi tohmeta terorê hatibûn girtin ji zîndana Sînaa ya Hesekê serbest berdan.

Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) ragihand, bi helkefta hatine Cejna Remezanê wan îro 20 girtî ji zîndana Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê berdane.

Li gor daxuyaniyê, wan girtiyan sê çarêka dema cezayê xwe di zîndanê de derbas kirine û di zîndanê de bê pirsigirêk bûne, ji ber wê yekê hatine azadkirin.

Rêveberiya Xweser bi malbatên wan kesan re civiyaye û ji wan re gotiye, ji ber ku tevgera wan kesan di girtîgehê de baş bûye û ew hatine qayîlkirin ku tevli civakê bibin û bibin mirovên bi bandor di nava civakê de, lewra jî biryara serbestberdana wan hatiye dayîn.

Hatiye ragihandin ku ew 20 girtî li gor madeya 126an a qanûna cezayên giştî û bi biryara Civata Dadê ya Civakî hatine berdan.

Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser Rêveberiya Xweser got, wê di demên pêş de hejmareke din a girtiyên ku bi tohmeta terorê hatine girtin ji zîndana Elaya ya Qamişlo jî bên berdan.

Zindanên Elaya û Sînaa 2 zîndanên girtiyên terorê ne, têde bi hezaran çekdarên DAIŞê hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst