Keça ji Amedê di rûyê Umît Ozdag de sekinî: Ez dibêjim HDP

16-04-2023
Loloxan
Gotûbêja di navbera wê keça Kurd û Serokê Partia Zaferê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bû rojev.Grafîk: Rûdaw
Gotûbêja di navbera wê keça Kurd û Serokê Partia Zaferê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bû rojev.Grafîk: Rûdaw
Nîşan Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Tirkiyê Amed Kurd Stenbol Umit Ozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zafer, ku partiyeke neteweperest a Tirk e û li dijî koçberan e, Umît Ozdag di wan rojan de ji ber gotinên xwe yên dijî koçberan û dengderên HDPê li Tirkiyê bûye rojev. Li Stenbolê keçeke Kurd a ji Amedê rûbirûyê Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag bû. Baroya Amedê jî ji ber wan gotin û tevgeran, li ser Umît Ozdag gilî tomar kir.

Ozdag roja 14ê Nîsanê li bajarê Stenbolê di dema bangeşeya hilbijartinê de rastî keçeke Kurd hat û daxwaza dengê wê kir, lê keça Kurd ew bê hêvî kir û jê re got, ew dê dengê xwe bide HDPê.

Naveroka gotûbêja di navbera Umît Ozdag û wê keça Kurd de wiha ye:

Umît Ozdag: Em dibêjin Zafer û bi hevre digihên serkeftinê.

Dengdera Kurd: Em nabêjin.

Umît Ozdag: Hûn çi dibêjin?

Dengdera Kurd: Ez dibêjim HDPê

Umît Ozdag: Tu dibêjî HDPê?

Dengdera Kurd: Erê

Umît Ozdag: Gelo tu naşibe bikuj.

Dengdera Kurd: Em ne bikuj in.

Umît Ozdag: Lê di nav HDPê de bikuj gelekî zêde ne. Ewqasî zêde ne ku serbaz û polîsên Tirk kuştine.

Dengdera Kurd: Ev jiyan e.

Umît Ozdag: Kê ew kuştine?

Dengdera Kurd: Kê ew kuştine? Rêxistina terorê û dewletê.

Umît Ozdag: PKKê

Dengdera Kurd: Rêxistina teror û dewletê ew kuştine.

Baroya Amedê gilî li dijî Umît Ozdag tomar kir, û ew bi wê yekê tohmetbar kir, ku “bi eşkerayî tawana zelîlkirina beşekî xelkê kiriye.”

Ozdag di tiwîterê de bi zimnekî tund bersiva baroya Amedê daye û nîvîsiye: “Ez ji terorîst re dibêjim terorîst. Eşkere ye ku baroya Diyarbekir saziyeke dagîrkirî ya Komra Tirkiyê ye. Baroya Diyarbekir di hemû helkeftan de bi eşkere dijatiya Komara Tirkiyê û gelê Tirk dike.”

Ozdag roja 11ê Nîsanê li Stenbolê di tomareke vîdyoyî de êrîşî YSPê kir û got: “Em serdana hemû standan dikin, digerin. Em hatin vê derê bo standa partiya Çep a Kesk, kes lê nebû, dibe ku çûbin çiyê.”

Partiya Çep a Kesk di twîtekê de bersiva Ozdag da û nîvîsî: “Ev faşîst hat bo serdana standa me. Hevalên me daku rûbirûyê nexweşiya harbûnê nebin navçe bicîh hiştin. Wek hûn dizanin harbûnê belav dike.”

Umît Ozdag di hilbijartinên 2018an de li bazneya Stenbolê bû parlemantar. Di Tebaxa 2021ê de partiya Zafer damezrand û take parlemntarê partiya xwe ye li Parlamentoyê.

Li gor rapirsiyên herî dawî, Partiya Zafer di hilbijartinên 14ê Gulanê de kêmî ji sedî 1ê dengan bidest dixe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst