Mesrûr Barzanî û Mîrê Êzidiyan civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg tekeziyê li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin. Mesrûr Barzanî dibêje ku ji bo asayîkirina rewşa Şingalê divê komên çekdar ên deryasayî ji navçeyê derbikevin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 16ê Nîsana 2023an pêşwazî li Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê di wê hevdîtinê de rewşa Kurdên Êzidî û rewşa devera Şingalê hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo maf û daxwazên Kurdên Êzidî dubare kir û got ku divê rêkeftina ji bo asayîkirina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de were cîbicîkirin.

Barzanî di heman demê de diyar kir ku ji bo asayîkirina rewşa deverê û avakirina navçeyê û vegera koçberan girîng e ku milîşe û komên çekdar ên neyasayî ji Şingalê derbikevin.

Mîr Hazim Tehsîn Beg spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku berdewam piştevana Kurdên Êzidî bûye.