Li Mêrdînê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

16-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê li Dêra Dîrokî ya Çilşehîdanê (Mor Behnam) Cejna Vejînê hat pîrozkirin.

Welatiyên ku digel zarokên xwe bi mebesta pîrozkirina Cejna Vejînê herwiha ku weke Paskalyayê jî tê naskirin, çûn Dêra Çilşehîndanê, mûm pêxistin û dia kirin.

Di nimêja ku bi serkêşiya Metropolîtê Mêrdîn-Amedê Saliba Ozmen û Serkeşeyê Dêra Çilşehîdanê Gabriyel Akyuz birêve çû de, ligel xwendina ayetên pirtûka Mizgîniyê (Încil), di serî de bi Suryanî, bi çend zimanên herêmê ternîme hatin xwendin.

Saliba Ozmen ji bo berdewambûna yekîtiyê dia kirin. Piştî ajiybê jî li hewşa dêrê welatiyan cejna hevdu

Ozmen destnîşan kir ku ew yek ji giringtirîn cejna alema Krîstiyanan pîroz dikin û got, "Îsal ji ber erdhejan me cejin bi dilşikestî pîroz kir. Li Mêrdînê kevneşopeke kevnare heye; em hemî cejnên olî û neteweyî di nava yekîtî û tebayiyê de pîroz dikin. Îsal hem rojiya Krîstiyanan û him jî ya Misulman û Cihûyan di nava yek mehê de rastî hev bûn. Li hev rasthatina rojî û cejnên 3 dînan di heman mehê de pêşniyaza wê yekê  dide nîşan ku pêwîst e em nêzîk hev bin. Em kêfxweş in, îro em vê cejnê pîroz dikin heftiyeke din em dê cejna birayên xwe yên misulman pîroz bikin. Ev nirx yên me teva ne."

Yek ji welatiyên Ermenî li Mêrdînê Zekeriya Sabuncî jî anî ziman ku ew ji bo ligel welatiyên Suryanî cejnê pîroz bike ji Dêrika Çiyayê Mazî çûye navenda Mêrdînê û got, "Îro rojeke pirr xweş e, bi mebesta cejna xwîşka xwe û xwarziyên xwe yên Suriyanî û cemeata Suryanî ez ji Dêrikê hatime Mêrdînê."

Sabuncî destnîşan kir ku wan weke Ermeniyan hefteya raborî Cejna Vejînê pîroz kiriye û got, "Me weke Ermeniyan hefteyek berê cejna qiyama Îsa Mesîh pîroz kir. Îro jî  birayên me yên Suryanî û yên Rûm, Ortodoxs û Katolîk cejnê pîroz dikin. Giş weke hev e. Mebest yek e. Rojiya me û rojiya birayên me yên Misulmanan di yek serdemê de bû. Me cejin pîroz kir, heftiya bê jî cejna Misulmanan e em bi hev re pîroz dikin. Beriya cejnan jî, siruşt bi xwe ve hat, şikir ji Xwedê re baraneke xweş hat, ew jî bereketa cejnê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst