Li Geverê zêdeyî 200 curên çivîkan hatin tomarkirin

16-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê, devera Nehîlê di werza biharê de bi çûkên koçber şên dibe û li wir cureyên çûkên tomarkirî ji 200î derbas bûn.

Devera Nehîlê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ye û ji ber ku rêya çûkên koçber ji wir re derbas dibe gelek çûk diçin wê derê.

Di çavderiyên Rêveberiya Şaxa Parkên Neteweyî û Navenda Sepan û Lêkolînê ya Cureyên Biyolojîk a Zanîngeha Colemêrgê de heta niha ji 200î zêdetir cureyê çûkan hatin tomarkirin.

Mamosteyê li Navenda Sepan û Lêkolînê ya Cureyên Biyolojîk a Zanîngeha Colemêrgê Erkan Azîzoglu ji ragihand ku ew der ji bo çûkên koçber cihekî girîng e.

Azîzoglu got di 2009an de li devera Nehîlê 124 cure çûk hebûn ku hejmara wan her ku diçe zêde dibe û niha jî ji 200î derbas bûye.

Azîzoglu anî ziman ku hin şewat ji bo çûkan dibin metirsî, lê bi parastina wan hejmara çûkan zêde dibe û wiha axivî: "Hin çûk tên li vir bêhna xwe didin û paşê diçin. Hinek payîzê ji bo ku li vir bimînin tên. Ev der wek bihûşta çûkan e. Li herêmê ev der cihekî avî yê girîng e, ne tenê ji çûkan re ji gelek ajelan re mazuvaniyê dike. Ji dervayî walet û nav walet gelek kesên pispor ên çavdêriya çûkan dikin tên vir çavdêriyê dikin."

Şivan Turgay Çelikhasî yê li herêmê şivantiyê dike jî got 10 roj e ew pezê xwe li wê herêmê diçêrîne, gelek cure çûk li wir hene û hin kes diçin li vir wêneyan dikşînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst