Li Wanê di navbera PKKê û leşkeran de şer derket

16-04-2023
RÛDAW
Nîşan PKK Şer Erdîş Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Erdîşa Wanê di navbera leşkerên Tirkiyê û PKKê de şer derket û li gor agahiyan, di şer de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Wanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li navçeya Erdîşa Wanê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyonek pêk anîne û di operasyonê de dron jî hatine bikaranîn.

Li gor daxuyaniyê, di dema birêveçûna operasyonê de li bejahiya gundê Sorsoran (Yankîtepe) di navbera leşkeran û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derketiye.

Hat diyarkirin ku di pevçûnê de Sevîlay Akyildirima bi navê kod "Hejar Ronya Serhat" û endameke din a PKKê ku nasnameya wê nehatiye zanîn, jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî lîsteya "kesên ku mal û milkên wan li Tirkiyê hatine cemidandin", a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Sevîlay Akyildirim di sala 1983'an de li bajarê Erdexanê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Derbarê mijarê de heta niha PKKê ti daxuyanî nedane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst