Qurbaniyekî çekên kîmyewî bi metirsiya jidestdana çavê xwe re rûbirû ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Şêx Wesan a nahyeya Balîsan a ser bi navçeya Şeqlawe ya Hewlêrê qurbaniyekî çekên kîmyewî ku bavê wî di Enfalê de hat kuştin û 7 kes ji malbata wî jî ji ber bandora çekên kîmyewî canê xwe ji dest dan, çavekî xwe ji dest dabû û pizîşkan jê re gotine heger di demeke kurt de neştergerî neyê kirin dibe ku çavê xwe yê din jî ji dest bide.

Qurbaniyê çekên kîmyewî Selman Ezîz ji Rûdawê re got, “Di sala 2011an de Wezareta Şehîdan ez birim Tehranê û li wir çavê min emeliyat kirin, ji wê demê ve wan ez nebirime, pereyê min jî nebûn ku ez bi xwe biçim. Heger emeliyateke din bihata kirin wiha li min nedihat.”

Selman dema ku 11 salî bû, berî 36 salan gundê wî bi çekên kîmyewî hat bombebarankirin. Ew niha zewiciye û bavê şeş zarokan e. Kurê wî yê biçûk nexweşiya nermehestiyê (osteoporoz) pê re heye û pêwîstiya wî bi emeliyatê heye lê ji ber hejariyê heta niha nehatiye dermankirin.

Hevjîna Selman, Zekîye Ehmed anî ziman, “Ez ji xêrxwazan daxwaz dikim ku li me binêrin, mêr û zarokê min derman bikin, heger ez xizmeta wan nekim ew nikarin xwarinê bixwin. Mêrê min hinekî dibîne, heger neyê dermankirin dê kor bibe.”

Tekane çavkaniya debara malbata 8 kesî mûçeya şehîdan û qurbaniyên çekên kîmyewî ye. Ji ber deyn û rewşa wan a aborî ya nebaş, du kurên wan ên di pola 7 û 9an de dev ji xwendinê berdane.