Hevpeymaniya Navdewletî: HSDê serkirdeyekî DAIŞê girt

16-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Navdewletî HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya navdewletî ragihand, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) serkirdeyekî DAIŞê li Dêra Zorê girtine.

Hevpeymana Navdewletî di 15ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) sibeha Şemiyê operasyoneke serkeftî li Dêre Zorê bi rê ve birin û serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Mehmûd Seîd girtin.

Hevpeymana Navdewletî dibêje HSDê Bi şîret û piştgirîya wan, “planek serketî ji bo girtina Seyîd ê ku hejimarek şanên DAIŞê bi rê ve dibi, pêk anî.”

Herwiha hevpeymaniyê ragihand ku “Ew şaneyên DAIŞê ji bo bidestxistina çek û teqemeniyan hevahengiyê kirine û ji bo piştgiriya operasyonên DAIŞ'ê li seranserî herêmê pere kom kirine.”

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo Iraq û Sûriyeyê Jonathan Ferrer got, "Serketina vê operasyonê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê wê li pêşiya tora çek û darayî ya DAIŞ'ê astengiyan derbixe." Her wiha Ferrer got: "Hêzên Sûriya Demokratîk dê wekî hevkarekî girîng di têkbirina DAIŞ'ê de bimîne. "

Hevpeymaniya Navdewletî tekez dike ku hêzên wan dê berdewam bin li ser şêwirîn û alîkariya hevkarên xwe ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyê li seranserî herêmê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst