Li Erzeromê vekirina rêyan berdewam e

16-04-2022
Şêrîn Xetib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ku zivistana wê dijwar û demdirêj e, paqijkirina berfê û vekirina rêyan berdewam e.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Erzeromê Mehmet Sekmen ragihand ku di meha Nîsanê de jî barîna berfê berdewam e û ji ber berfa zêde rêyên gundan hatine girtin.

Mehmet Sekmen herwiha dibêje ew bi 1000 mekîneyên kar û 2 hezar karmendan li ser kar û xebata vekirina rêyan berdewam in.

Li gor agahiyên şaredariyê li parêzgeha Erzeromê demsala zivistanê makîneyên kar li ser rêya 7 hezar kîlometre berdewam berf paqijkirine û nêzîka 100 hezar ton xwê bikar anîne.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê îsal barîna berfê heta van rojên dawî jî berdewam bû û pileya germê daket bin sifirê û ev serma di demsala biharê de jî her berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst