Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberên Partiya Saadetê ya parêzgeha Rihayê duh bi şev bi Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku li ber Dadgeha Rihayê nobet digirtin, fitar xwarin.
Malbata ku 404 roj in li ber Dadgeha Rihayê bi daxwaza darizandina adil, nobedê digirin, di meha Remezanê de jî nobeda xwe didomînin.
Ji malbata Şenyaşar re serdanên piştgiriyê tên kirin.
Malbat duh ji aliyê rêveberên rêxistina Partiya Saadetê ya Rihayê ve hatin ziyaretkirin. Serokê bajarê Rihayê ya Partiya Saadetê Mustafa Niyazi Yanmaz û endamên Lijneya Rêveberiyê ku bi malbatê re li ber dadgehê fitar vekirin, li ser Twitterê gotin, “Serokê me yê bajêr Mustafa Niyazi Yanmaz û endamên Lijneya Rêveberiyê bi malbata Şenyaşar a ku di nobeda edaletê de re fitar vekir."
İl başkanımız Mustafa Niyazi Yanmaz ve Yönetim Kurulu üyeleri, Adalet Nöbetinde olan Şenyaşar ailesi ile birlikte iftar yaptı. pic.twitter.com/9opwqLohl4
— Saadet Şanlıurfa #İnsancaYaşam (@urfaSaadett) April 15, 2022
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse